Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî sê torên tawana organîzekirî li Besrayê j hev dixe

Hêzên Îraqî sê torên tawana organîzekirî di roja duyem de ji pêngava ewlekarî ya berfereh ji hev xistin, ew armanc dikin ku qanûn û yasayê li Besrayê pêk bînin, berpirsyarê polîsê Besrayê yê bilind îro Pêncşemê (22ê Sibatê) ji Diyaruna re got.

"Sê tor --yek ji wan destên wan di qaçaxkirina narkotîk de heye û herdu yên din destên wan di operasyonên kuştinê, rêbirîn û dizîyên çekdar ên ku mal û otombîlan dikin armanc û revandin bo perayan bixwazin heye -- hatin jihevxistin," eqîd Mihemed Nesar Fetlawî ji fermandarîya polîsê Besrayê got.

Wî got ku bi temamî 32 kes di operasyonê de hatine girtin, wî not kir ku polîs û herwiha hêzên artêşê destên xwe danîn ser mêjereke mezin ji çek û cebirxaneyên ne ruxsetkirî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500