Nûçeyên Iraqê

Îraq li dijî torên tawana organîzekirî li besrayê radiweste

Hêzên hevbeş ên Îraqî dest bi pêngaveke ewlekarî li Besrayê kirin daku torên tawana organîzekirî têk bibin, çekên bê ruxset bikişînin û qaçakirina narkotîkê, dizî û komên çekdar ji holê rakin, encumena parêzgeha Besrayê îro Çarşemê (21ê Sibatê) got.

"Artêş. Ajansa Dijî Terorîzmê, ajansa hewalgiriyê, hêzên polîsê federal û polîsê xwecihî di pêngavê de beşdar dibin, pêngava ku êrîş û operasyonên sehkirinê li ser bingeha agahîyên berê di nav xwe de dihewîne," cîgirê serokê encumenê, Ehmed Salîtî, ji Diyaruna re got.

"Em dê destên xwe deynin ser çekên ne ruxsetkirî yên giran û navincî û em dê komên qaçaxkirina narkotîkê herwiha diz û muxleçiyên çekdar bişopînin," wî got.

"Pêngav dê berdewam be heta armancên xwe pêk bîne," wî got, wî not kir ku ev operasyon bi awayekî bilind ji alîyê niştecîyan ve hat pêşwazîkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500