Nûçeyên Iraqê

Îraq dixwaze bala webhêneran bikişîne bo dubare avakirina welat piştî şer

Îraqê Sêşemê (13ê Sibatê) xwest ku bala weberhênerên navdewletî bikişîne bo avakirina welat piştî şikestina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), û bi sedan proje û garantiyên yasayî yên mezin pêşkêş kirin, AFP ragihand.

"Îraq deriyê xwe ji weberhêneran re vedike," Samî Arecî, endamê Komîsyona Niştîmanî ya Weberhênanê ya Îraqî îlan kir, di roja duyem de ji konferanseke mezin ya nûavakirinê li Kuwêtê.

Hikûmetê li Bexdayê got ku ew hewcedarî 90 milyar dolar e bo dubare avakirina mal, dibistan, nexweşgehên wêranbûyî û jêrxaneya aborî piştî sê salan ji şerê li dijî DAIŞê.

Arecî got ku Îraqa ku yan şer jiyan kiriye yan li jêr cezayên navdewletî bûye ji 1980yî ve, projeyan di hemû biwarên aborî de peyda dike -- ji nefetê heta bi çandiniyê.

Wî pêşekiyeke puxte li dor 212 projeyên bi qasên cudareng yên berdest ji weberhênerên xwecihî û navdewletî re pêşkêş kirin, û wî soz da wan ku ew dê xwedan parestineke yasayî ya astbilind bin.

Plan bo 10 salên tên dirêj dike û Îraqê roja vekirina konferansê ragihand ku welat bi hewcedarê weberanînan e bi qasê $88.2 milyar dolaran,û $22 milyar yekser tên xwestin.

Rêxistinên ne hikûmî roja duşemê soza $330 milyaran dan lê belê tê payîn ku sozên sereke ji dora 70 welatan roja dawî ji konferans, ku roja Çarşemê ye, bên dayîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500