Hêzên Îraqî veşargeheke çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li gundekî li rojavayê Bexdayê dît bi saya agahîyên ji alîyê cotkarên xwecihî ve, Wezareta Karê Hundir a Îraqî îro Sêşemê (6ê Şibatê) îlan kir.
Hêzên ewlekarîyê agahî wergirtin ji komek cotkar ji gundê Ebû Xirêbê derbarê veşargeheke DAIŞê ya raz a ku teqemenî û çekan dihewîne, berdevkê Wezareta Karê Hundir ya Îraqî, emîd Saed Maen, ji Diyaruna re got.
Wan 22 teqemeniyên bidestçêkirî, roketên li ser milan tên hilgirtin, teqemenî, û gelek çekên din di hundirê veşargehê de dîtin, herwiha "agahî derbarê alaveke telefona birîkê ya girîng" hebûn", wî got.
Niştecîyên gund hêzên ewlekarîyê birin cem kesê gumanbar ê ku gelek caran diçû wî cihî û aniha ew rastî lêpirsînê tê, wî anî ziman.
"Ew kesên ku agahî ragihandin dê werin xelatkirin ji ber jîyana kesên bêgunih rizgar kirin," wî got.