Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî Zevîyê gazê yê Ekasê ji mayînên DAIŞê paqij dikin

Zevîyê gazê yê Ekasê li rojavayê Enbarê aniha bi timamî ji bermahîyên şer yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat paqijkirin, polîsê Îraqî li parêzgeha Enbarê Pêncşemê (1ê Şibatê) got.

"Bi alîkarîya yekîneyên endazyarîyê yên Wezareta Neftê, hêzên ewlekarîyê hemû mayînên erdê û teqînên bidestçêkirî (IEDs) yên ku DAIŞê li zevîyê gazê yê Ekasê çandibûn rakirin," serokê polîsê Enbarê, liwa Hadî Kesar Erzêc, ji Diyaruna re got.

"Bîrên ku vekirî bûn hatin girtin û bend li dora wan hatin danîn," wî got.

Bêtir ji 170 mayînên erdê û teqînên bidestşêkirî ji zevîyê hatin rakirin, wî got, da zanîn jî ku "hemû xeterên ji teqînên gengaz hatin nîtarkirin".

"Herwiha hêzên me komeke destê wê di dizîya pêdivîyên zevîyê de heye girt," Erzêc got, wî not kir ku tiştên hatin dizîn, di nav wan de jeneratorê enerjîyê û terempa avê, hatin vegerandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500