Nûçeyên Iraqê

Destpêkirina kongreya Sûçî derbarê Sûriyê tevî aloziyên di deqa dawî de der ketin

Kongireya Rûsî ya ku armanc dike şerê heft-salan li Sûriyê bi dawî bike îro Sêşemê (30yê Kanûna Duwem) hat vekirin tevî boykotkirina mezintirîn koma opozîsyonê, herwiha vekişîna şervanên opozîsyonê di deqa dawî de, AFP ragihand.

Mosko piştevanê rejîmê 1,600 delege vexwendî komcivînê kirin li seyrangeha Sûçî li Deryaya Reş wekî beşekî ji hewldayîneke gelempertir bo pitewkirina bandora wê li Rojhilata Navîn û destpêkrina derxistina çareseriyeke siyasî bo şer.

Armanca sereke ya danûstandinan ew e ku komîteyek were avakirin bo dariştina makzagona Sûriya paş şer bi piştevaniya NY, li gorî reşnivîsa daxuyaniyeke ku çapek jê gihişte destê AFP.

Gotara vekirinê ya Wezîrê Karê Derve yê Rûsî, Sêrcî Lavrov du demjimêran hat derengkirin ji ber birêveçûyîna danûstandinan.

Nûnerên komên opozîsyonê ji Turkiyê firyane Sûçî Duşema borî lê belê qebûl nekirin ku ji balafirgehê derkevin piştî dîtin ku sîmbola kongireyê bi tenê ala rejîma Sûriyê ye, çavkaniyekê got.

Çavkaniyê got ku Rûsya ya ku mêvandariyê dike soz da ku sîmbolê biguherîne, sîmbola ku li ser posteran li balafirgehê û textên rêya diçe Sûçî û li hola kongireyê hat nîşandan.

Lavrov û wezîrê karê derve yê Tirk, Mevlût Cavûşoglû du caran bi hev re axivîn sibeha Sêşemê bo çareserkirina pirsê, Artyom Kojîn ji wezareta karê derve ya Rûsî re eşkere kir.

Lê belê piştî dora 12 demjimêran ji gotûbêjan 80 şervanên opozîsyonê, siyasetkaran û çalakvanan qebûl nekir ku tevlî kongireyê bibin û dîtin baştir e ku ew vegerin Turkiyê, şervanê opozîsyonê Ehmed Seûd got.

Komîsyona Gotûbêjan a Sûrî (SNC), koma serekî ya opozîsyonê, piştî du roja ji danûstanên bi serkêşiya NY li Viyênayê heftiya borî got ku ew dê kongireya Sûçî amade nebe.

SNC Esed û piştevanên Rûsî bi dewamkirina piştgirêdana bi bijareya leşkerî û nebûna vînên tevlîbûna di gotûbêjên rastgo de gunehbar kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500