Nûçeyên Iraqê

Hejmara Sûriyên direviyan Libnanê yên ji serma mirin bo 17 kesan bilind bû

Herî kêm 17 Sûrî yên direviyan Libnanê ji serma zêde û bahoza berfbarînê li devera sînorî mirin heftiya borî, AFP Sêşemê (23îyê Kanûna Duyem) ragihand.

Çapemeniya navxweyî got ku "laşê penabereke Sûrî ku ji serma mir" hat vegerandin ji devera sînorî roja Sêşemê.

Hejmara herî dawî ya miriyan ji Înê ve gihiştiye 17 kesan, li gorî berpirsiyarekî ewlekarî.

Artêşên û berevaniya sivîl Înê gotin ku du zarok û şeş jin di nav wan Sûriyên ku laşên wan bozgirtî hatin dîtin, û hejmara miriyan roja betlaneyê zêde bû.

Libnan nêzî milyonek penaberên Sûrî vedihewîne. Gelek li konên ne fermî li rojhilatê welat dijîn û têdikoşin bo xwe germ bikin di zivistanê de.

Di sala 2015an de, dasthilatdarên Libnanî bertengkirinên nû sepandin da ku hejmara Sûriyên derbasî welatê wan dibin kêm bikin, Libnan jî dora 330 kîlometran hevsînorê Sûriyê ye û li gel deveran tu veqetînên fermî di navbera herdu welatan de tune ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500