Nûçeyên Iraqê

Êrîşên hevpeymaniyê 150 çekdarên DAIŞ li Sûriyê dikujin

Hevpeymaniya navdewletî 150 çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin di operasyonekê de li Geliyê Çemê Firatê yê navîn li Sûriyê, AFP roja Sêşemê (23ê Kanûna Duyem) ragihand.

Li gorî daxuyaniyeke hevpeymaniyê, êrîşên asmanî roja Şemiyê pêk hatin nêzîkî Şefeh, li parêzgeha Dêrezorê, li ser bingehên DAIŞ ku xuya bû ku rêxistin "xwe kom dikir ji bo tevgerkirinê".

"Êrîşên bidîqet ji encama amadekariya istixbaratî ya tund bûn ji bo piştrastbûn ji baregeh û navenda fermandarî û kontrolê ya DAIŞ li cihekî taybet ku ji aliyê DAIŞ ve hatibû dagirkirin li Newala Çamê Firatê yê navîn," daxuyaniyê got.

Di demekê de ku DAIŞ piraniya erda ku berê li Sûriyê kontrol dikir ji dest daye, rêxistinê asê maye li molgehinan bi dirêjahiya Newala Çamê Firatê yê navîn.

Hevpeymaniyê got ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) israr kir li ser çavdêriya armancê berî êrîşê.

"Kombînasyona agahiyên istixbaratî û çavên berdewam li ser armancê bû sedema piştrastbûn ji neketina ti kesên sivîl bi tesadufî jî," daxuyaniyê got.

"Hevparên QSD hîn pêşketineke rojane û qurbaniyan bidest dixin, û bi hev re em hîn terorîsên DAIŞ ên ku dixwazin tundrûyên xwe li herêmê bihêlin dibînin, dikin armanc û dikujin," lîwa Cêmiz Cerard got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500