Nûçeyên Iraqê

Zaldarên cîhanê dicivin daku guvaşê li Sûriyê bikin derbarê êrîşên bi çekên kîmawî

Diplomatên ji 29 welatan di nav wan de Wezîrê Derve yê Amerîka Rêks Tilerson roja Sêşemê (23ê Kanûna Duyem) li Parîsê civiyan daku sizayan û hukmên derbarê tawanbariyê li dijî encamderên êrîşên kîmawî li Sûriyê bisepînin, AFP ragihand.

Tilerson û hevtayê wî yê Fransî Jean-Yves Le Driyan dê herwiha hevmêvandariya civîneke wezîran bikin berî gereke nû ya danûstandinên aştiyê li Viyênayê vê hefteyê û careke din li Sûçî li Rûsyayê hefteya tê.

Civîna çekên kîmawî piştî îdiayên roja Duşemê tên derbarê êrîşeke nû ya bi çekên kîmawî ji aliyê rejîma Sûriyê ve li Dûmayê li herêma Xûteya Rojhilatî ya di destê opozîsyonê de.

Rejîm bi berdewamî tê tometbarkirin bi bikaranîna çekên kîmawî, di nav wan de jî êrîşa bi gaza sarîn di Nîsana 2017an de li ser gundê Xan Şêxûn ê di destê opozisyonê de, êrîşa ku bû encama mirina bi dehan û NY ew xiste stûyê rejîma Sûriyê.

Ji 2012an ve herî kêm 130 êrîsên bi çekên kîmawî li Sûriyê pêk hatine, li gorî texmînên Fransî, ku rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) jî hat tometbarkirin bi bikaranîna gaza xerdel li Sûriye û Îraqê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500