Nûçeyên Iraqê

Lêkolîn: Daketineke zêde di hejmara kuştiyên terorê de li Îraq û Sûriyê

Li Îraq û Sûriyê sala par daketineke zêde di hejmara xelkê kuştî di êrîşên terorî de hebû, li gorî raporteke ku roja Pêncşemê (18ê Kanûna Duyem) ji aliyê Navenda Jane ya lêkolînên Terorîzm û Dijderketinê ve hat belavkirin, AFP ragihand.

Tevî tundutûjiya berdewam li herdu welatan, raportê got, daketinek di hejmara kuştiyan de hebû ku ji aliyê akterên ne-hikûmî weke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatin kuştin.

Li Îraqê sala par 3,378 kes hatin kuştin di êrîsên çekdarî de, daketineke bi rêjeya 60% beramberî 8,437 kuştiyan di 2016an de, li gorî lêkolîneke ji aliyê navenda ku baregeha wê li Londonê ye.

Daketineke wisa li Sûriyê jî hat xuyakirin, ku daketinek nêzîkî 44% hebû.

Bi temamî 3,641 kes di terorîzm û dijderketinê de di 2017an de hatin kuştin, ku daketineke bi qasî 6,477 kuştiyan ji sala berî wê.

Raportê hejmara çekdarên ku di êrîşan de mirîn lixwe negirtin.

Tevî jidestdana erdeke mezin sala borî, DAIŞ berdewam bû weke rêxistina terorî ya herî aktîv li cîhanê ji aliyê hejmara êrîşan ve.

"Di demekê de ku rastî guvaşeke mezin hat ji aliyê jidestdana erdan ve, DAIŞ berê xwe da operasyonên isyanê, ku rêjeyeke zêde ji tundutûjiya li ser astê kêm li dijî hêzên ewlekarî û dijminên xwe li deverên ku nû ji destê rêxistinê hatin derxistin," serokê navenda lêkolînan, Matyo Henman, got.

Rêxistinê par 6,499 kes di êrîşan de kuştin -- ku daketineke bi rêjeya 40% beramberî sala 2016an, tevî zêdebûna hejmara êrîşan par bi 9% bo 4,612.

Li ser asta cihanî daketinek di hejmara kuştiyên ji êrîşên çekdarî hebû, ji 27,697 kesan di 2016an de bo 18,475 kesan par.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500