Nûçeyên Iraqê

Neh gumanbarên bi terorê li Diyalayê tên girtin

Neh gumanbarên bi terorê di operasyoneke du rojan dom kir de li deverên cuda li parêzgeha Diyalayê hatin girtin, fermandarîya polîsê Diyalayê roja Sêşemê (9ê Kanûna Duyem) got.

"Hêzên polîsê Diyalayê operasyonên xwe berdewam dikin daku şan û endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û gumanbarên bi terorê tune bikin," fermandarîyê di daxuyanîyekê de got.

Herwiha hêzên polîs li parêzgehê di operasyonê de dest danîn ser teqemenî û çekan, operasyona ku roja Duşemê hat pêkanîn armanc dikir ku ewlehîyê li Diyalayê pêk bîne û aramîyê li deverên nû hatine rizgarkirin qayim bike, daxuyanîyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500