Nûçeyên Iraqê

Teqînek li bingeha tundrûyan li Sûriyê 23an dikuje

Teqînek li bingeheke tundrûyên Asyewî li bajarê Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê roja Yekşemê (7ê Kanûna Duyem) 23 kes kuştin, di nav de heft sivîl, AFP ragihand.

Grûpên tundrû ku li Sûriyê şer dikin bi hezarên Asyewiyan di nav rêzên xwe de lixwe digrin, di nav de gelek ji welatên Asyaya navîn û endamên kêmîneya etnîkî ya Uygur Misilman li parêzgeha Sincan a Çînê.

"Teqîneke mezin êvara roja Yekşemê li bingeha koma Ecnad Qewqaz li Idlibê çêbû," serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdulrehman got, anî ziman ku piraniya kuştiyên ne-sivîl çekdarine ji girûpê bûn.

Wî sedema teqînê destnîsan nekir, lê çalakvanên li ser medya civakî gotin ku sedem otombîleke bombekirî bû.

Bi dehên kesan birîndar bûn, bi taybetî çekdar, li gorî Ebdulrehman, ku got ku bingeh "hema bêje bi temamî wêrankirî" bû û avahiyên derdorê rastî ziyanê hatin.

Ecnad Qewqaz bi sedên çekdarên Qoqazî lixwe digre û li kêleka Tehrîr el-Şam, hevbendiyeke tundrû ku Bereya Nusraya berê wê kontrol dike, şer dike, ji bo rêgirtin li pêşketina rejîma Sûriyê li başûrê-rojhilatê parêzgeha Idlibê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500