Nûçeyên Iraqê

Du endamên DAIŞ hatin girtin, teqemenî li Bexdayê hatin desteserkirin

Di operasyona sêyem ji vê cûreyê di kêmî 24 demjimêran de, hêzên ewlekarîyê yên Îraqî li Bexdayê du endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin û dest danîne ser teqemenîyên bi wan re, Wezareta Karê Hundir îro Çarşemê (3ê Kanûna Duyem) eşkere kir.

"Hêzên operasyonên taybet girtin ser avahîyekê li Ebû Xirêb, li rojavayê Bexdayê [li orta bajar], cihê ku wan du endamên DAIŞ lê dîtin," berdevkê wezaretê, emîd Saed Maen, ji Diyaruna re got.

Wî got ku yek ji girtîyan di şerên bi hêzên ewlekarîyê re hat birîndarkirin, wî anî ziman jî ku gelek çek, teqemenî û cebilxane bi wan re hatin dîtin.

Roja Sêşemê, herwiha Fermandarîya Operasyonên Bexdayê îlan kir ku wê dest danî ser çenteyekî dagirtî teqemenî, 15 teqînên bidestçêkirî, rokêtên Gradê ên med-kurt, 40 bombe û sê hawinên DAIŞ.

Ev gav weke beşekî ji pêngaveke ewlekarî ya berferek tê ku di nav de teftîş û êrîş li başûr, rojava û orta Bexdayê li dar dikevin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500