Nûçeyên Iraqê

Nûavakirina Mûsila Kevin destpêka 2018 dest pê dike

Operasyonên nûavakirin û pêgehandina Bajarê Kevin ê Mûsilê biryar e ku destpêka 2018an dest pê bikin weke beşekî ji xebata bi serperiştiya NY, serokê encumena parêzgeha Nînewayê, Beşar kîkî, roja Pêncşemê (28ê Kanûna Yekem) got.

"Programa Pêşxistinê ya NY ligel du kompaniyên xwecihî rêkeftinek îmze kir ji bo nûavakirina bazaran, nûçêkirina xaniyan û rakirina bermahiyan û laşên qurbaniyan ji Bajarê Kevin ê Mûsilê di destpêka 2018an de," Kîkî di konferanseke rojnamevanî de roja Pêncşemê got.

Herdu kompanî dê kolan û xaniyan paqij bikin li deverên bazara Mûsilê û Bab el-Serayî, ligel devera derdora dibistana navendî, kornîş û kolanên Xazî û Xalid bin Welîd.

Kîkî got ku ew dê herwiha xaniyan nûbikin daku xwediyên wan bikaribin vegerine wan.

"Ajansên xwecihî dê alîkariya herdu kompaniyan bikin di vî erkî de, ligel yekîneyên endazyariya serbazî û berevaniya sivîl," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500