Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî şaneke DAIŞ li Remadî têk dibin

Şaneke neh-kesî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat têkbirin li Remadî, ku heft ji wan hatin girtin lê herduyên din hîn reviyayî ne, fermandarê polîsê Enbarê, lîwa Hadî Kesar Erzayic, roja Pêncşemê (28ê Kanûna Yekem) got.

"Hêzên operasyonên taybet operasyoneke baş-hazirkirî ya du-rojî li gundewarê Remadî û navenda wê pêk anîn, û heft terorîstên DAIŞ girtin," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku w ên girtî berî çend salan tevlî DAIŞ bibûn, û destê wan di êrîşinan de hebû ku di wan de xelkê bêsûc hatibûn kuştin.

"Çek û teqemeniyên ku di destê wan de hatin dîtin hatin desteserkirin," wî got, anî ziman ku "du endamên şanê hîn reviyayî ne".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500