Nûçeyên Iraqê

NY: Hejmara penaberên Sûrî li Lubnanê dadikeve kêmî yek milyonî

Hejmara penaberên Sûrî yên tomarkirî li Lubnanê daket kêmtirî milyonekî bo yekemîn car ji 2014an ve, NY roja Sêşemê (26ê Kanûna Yekem) ji AFP re eşkere kir.

Di dawiya Mijdarê de, Komîsyona Bilind a Penaberan a NY (UNHCR) got ku hejmara penaberên Sûrî, yên tomarkirî li Lubnanê, 997,905 penaber in, ku piraniya wan jin û zarok in.

"Hejmar gihişte milyonekê di Nîsana 2014an de, û ev yekemîn car e ku wisa dadikeve," berdevka UNHCR, Lîsa Ebû Xalid, got.

Hejmar kêm dibin, Ebû Xalid got, ji ber ku penaber li welatekî sêyem hatine biwarkirin, an vegeriyana malên xwe li Sûriyê, yan mirine.

Ji 2011an heta Îlona îsal, nêzîkî 49,000 Sûrî ji Lubnanê derketin weke beşekê ji bernameya nûbicihkirinê ya NY bo welatekî sêyem, di nav de Amerîka, Swêd û Fransa.

Hinekên din bi xwe derketin, bi rêya deryayî ya metirsîdar berê xwe dane Ewropa.

"Em nikarin piştrast bikin ku çend vegeriyane Sûriyê. Ew ji me re nabêjin, lê em dizanin ku çend hezarek bûn di 2017an de," Ebû Xalid got.

Wê got ku NY her çar sal li hejmarên li ba xwe vedigere ji bo nirxandina hejmara kesên ku li Lubnanê mane û zanîna pêwîstiyên wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500