Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 6 tunelên DAIŞ li biyabana Enbarê kifş dikin

Şeş tunelên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana Enbarê hatin dîtin di operasyona berdewam de bo paqijkirina biyabanê ji molgehên mayî yên rêxistinê, Fermadariya Operasyonên Hevbeş a Îraqî Pêncşemê (21ê Kanûna Yekem) got.

"Artêşa Îraqî şeş tunelên ku DAIŞ li Wadî Horan û Wadî Qedf kolab bûn li biyabana Enbarê dîtin," peyvdarê fermandariyê, Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Wî got ku hêz bi heft milîtanên ku hîn xwe di tunelan de diveşartin re ketin pevçûnan, çar kuştin û sê kesên din girtin.

"Armanca me aniha wêrankirin û dagirtina wan tunêlan ne piştî hilanîna hemû çekan, bo rêgirtin li elementên DAIŞ ku vegerine wan," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500