Nûçeyên Iraqê

Parlemanê Rûsyayê rêkeftinek bo berferehkirina bingeha deryayî ya Sûriyê erê kir

Parlemanê Rûsyayê roja Pêncşemê (21ê Kanûna Yekem) rêkeftinek bi Şamê re bo berferehkirina bingeha deryayî ya leşkerî ya Rûsî li bendera Sûrî Tertûs erê kir, AFP raport kir.

Rêkeftin li Sûriyê di Kanûna Duyem de hat îmzekirin û heftiya dawî Serokê Rûsî Vladimir Putin ew bo erêkirin şande encunema nûneran li parlemanê, Duma.

Dema wê 49 sala in, û rê dide berferekirin û nûjenkirina bingeha ku Deryavaniya Rûsî bikar tîne.

Li gorî rêkeftinê, herî zêde 11 gemiyên şer ên Rûsî, di nav de yên bi wizeya navokî kar dikin, dikarin her demî li Tertûsê amade bin.

"Rêkeftin rê dide berferehkirina saziya deryayî bo 24 hektaran," Cîgirê Wezîrê Berevaniyê, Nîkolay Pankov, dema ku rêkeftin ji Duma re pêşkêş dikir got, çapemeniya Rûsî ragihand.

Di serdaneke ji nişka ve bo Sûriyê heftiya borî, Putin fermana vekişîna hêzên Rûs ji şerê welat kir, piştî ku artêşê got ku wê dest bi kêmkirina belavbûna xwe kiriye.

Rûsya dest di kêferata Sûrî de werda û li tenîşt rejîma Şamê sekinî di Îlona 2015an de.

Ji wê demê ve, gemiyên wê yên şer roleke xuya lîstin di piştevanîkirina kampaniya bombebarandina hewayî de bo piştgirîkirina Beşar Esed.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500