Nûçeyên Iraqê

Konfransê şerkirina îdîolojîya DAIŞ li Bexdayê dest pê dike

Konferansê sêyem ê navdewletî bo şerkirina îdîolojî û propagandaya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) îroj Çarşemê (13ê Kanûna Yekem) li Bexdayê dest pê kir, piştî kêmî hefteyekê ku Iraqê sekeftina xwe ya dawî li hember DAIŞ li welat ragihand.

Bêtir ji 100 pispor û şêwirmendên navdewletî yên nûnerîya bêtir ji 42 welatên Ereb û biyanî dikin di konferansê ku du rojan berdewam dike beşdar dibin, konferansê ku bi hevahengîya hikûmeta Iraqî tê girêdan.

"Konferans dê giranîyê bide gotûbêjkirina raman, pêşniyar û lêkolînan derbarê çawanîya nehiştina belavbûna îdîolojîya DAIŞ, çawanîya parastina ciwanan û çawanîya kontrolkirina jêderên ku îdîolojîya tundrû di rêya wan re belav dibe," Firas Ehmed, endamekî komîteya organîzkirina konferansê, ji Diyaruna re got.

Herwiha ew dê giranîyê bidin çawaniya redkirina îdîolojîya tundrû di rêya sincên Îslamî yên rast re.

Wî anî ser ziman ku konferans 10 semînaran û du civînên gengeşeyê dihewîne daku li çîrokên serkeftinê yên welatine din guhdariyê bikin, welatên ku berê şerê rêxistinên terorî kirine."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500