Wezîrê karê derve yê Fransî, Jean-Yves Le Drian, Sêşemê (12ê Kanûna Yekem) êrîşî Îranê kir, û Komara Îslamî bi hewla avakirina "mehwerekî" karîgeriyê ku ji Sûriyê heta bi Rojhilata Navîn dirêj dibe guneh barkir, AFP raport kir.
Di axiftina xwe de ya derbarê rola Îran di alîkarîkirina Serokê Sûriyê Beşar Esed di serdestbûyîna di şerê navxweyî de Le Drian got: "Îran milîsên xwe anî holê û piştevaniya Hizbulah [koma milîsan a ser bi Îranê ve] dike."
"Jî hebûna Îranê [li Sûriyê] û dilxwestina wê ya avakirina mehwerekî ji Deryaya Sipî bo Tehranê re: Na!" Le Drian, di bernameyeke televîsyona France 2 derbarê Sûriyê ku şeva Sêşemê hat weşand, got.
Wî tekez jî kir ku her tifaqeke derbarê Sûriyê divê piştrast bike ku "ew serberst e jî hebûn û guvaşa welatên din".
Ev ne yekemîn car e ku Le Drian dilgiraniyê ji destêwerdana Îranê di aloziya Sûriyê de têne ser ziman.
Di perawêza serdaneke Serokê Fransayê, Emmanuel Macron, bo Erebistana Siûdî, Le Drian îran bi hebûna xwenên "hegemoniyê" li deverê gunehbar kir.