Nûçeyên Iraqê

Li Sûriyê Putin fermana vekişîna beşekî ji hêza Rûsî da

Serokê Rûsî Vladimir Putin roja Duşemê (11ê Kanûna Yekem) serdana Sûriyê kir û fermana vekişîna beşekî ji hêzên Rûsî ji welat da, got ku beşekî mezin ji erkê wan temam bû, AFP ragihand.

Putin li bingeha Hmêmîn a Rûsî ji aliyê Serokê Sûriyê Beşar Esed ve hat pêşwazîkirin di serdaneke jinişkave de.

Di gotareke televizyonî de bo hêzên Rûsî, Putin got ku wî ferman daye Wezîrê Berevaniyê Sergî Şoygu ku dest bi vekişîneke beşekî bike.

"Min biryarek stand: Beşekî berçav a hêza Rûsî ku li Sûriyê ye dê vegere welat bo Rûsya," wî di gotareke televizyonî de li bingeha li parêzgeha Laziqiye, ku asêgeheke rejîmê ye, got.

Rûsya cara yekem di 2015an de destêwerdan di krîzê de kir, û dest bi êrîşên asmanî kir ji bo piştgiriya hevalbendê xwe li Şamê ku her yek ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û tundruwên din ligel girûpên opozîsyonê yên ku şerê rejîmê dikin kirin armanc.

Putin meha borî got ku hewlên dawiya şer derbasî "qonaxeke nû" bû di demekê de ku giranî ji destêwerdana serbazî bû çaksaziya siyasî.

Wî got ku her yek ji Hmêmîn û bingeha asmanî ya Rûsî li Tertûs dê berdewam bin li ser kar û hişyarî da ku Rûsya dê her êrîşên nû yên çekdaran pûç bike.

Fermandarê hêzên Rûsî li Sûriyê, Sergei Surovikin, got ku 23 balafirên Rûsî, du helîkopter û polîsê serbazî dê di demeke nêzîk de bo Rûsya werin vegerandin, televizyona niştîmanî got.

Biryar e ku balafirên şer ên destpêkê roja Duşemê vegerin.

Qasê hêza Rûsî li Sûriyê nediyar e lê pisporê serbazî yê Rûsî yê serbixwe Pavel Felgenhauer ji AFP re got ku heta 10,000 hêz û blêndarên taybet di krîzê de beşdar in.

Ev cara sêyem e Rûsya îlan kiriye ku ew dê hêza xwe ya serbazî li Syriyê kêm bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500