Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê dawîn molgehên DAIŞ li rojavayê Firatê pak kirin

Hêzên rejîma Sûriyê û milîsên bi ser ve dawîn molgehên di destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de li berava rojavayî ya Çemê Firatê pak kirin, AFP Pêncşemê (7ê Kanêna Yekem) got.

Lê belê rêxistin hîna jî deverên li ser berava rojavayî ya Firatê li bakurê parêzgeha Dêrazorê kontrol dike, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

"Aniha hebûna DAIŞ li aliyê rojavayî yê çem nemaye," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

"Mezintirîn hebûna wê li aliyê rojhilatî yê Firatê ye, ku ew li wir hîna jî 8% ji parêzgeha Dêrazorê kontrol dike," wî got.

Li rojhilatê Firatê, DAIŞ li jêr êrîşê ye, ji aliyê hêzên rejîmê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve.

Herwiha hebûna DAIŞ li parêzgehên Homs û Hemayê heye, û li kampa penaberên Felestînî Yermûk li nêzî Şamê, lê komeke hevpeyman hinek cihan li başûrê welat kontrol dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500