Heşt endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di êrîşeke asmanî ya balefirên hevpeymanîya navewletî de li ser çeperên DAIŞ li başûr rojavayê Rutbayê li rojavayê Enbarê hatin kuştin, Fermandarîya Operasyonên Enbarê roja Sêşemê (5ê Kanûna Yekem) got.
"Êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê navgîneke ajtonê ya çar dolab û cihekê vehewîna DAIŞ li biyabana Nexîbê kirin armanc," eqîd Mihemed Dilêmî ji Diyaruna re got.
Dilêmî got ku herwiha tankereke neftê û veşargeheke çekan di êrîşê de hatin wêrankirin, êrîşa ku bi hevahengîya alîyê Iraqî pêk hatibû.