Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî veşargeheke DAIŞ li biyabana Enbarê eşkere dikin

Hêzên Iraqî 11 endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin li Wadî Ebyed li biyabana Enbarê, 180 kîlometran li rojavayê Remadî, Wezareta Berevaniyê ya Iraqî Duşemê (4ê Kanûna Yekem) got.

"Hêzên hevbeş ên artêşa Iraqî û êlan veşargeke nû a milîtanên DAIŞ li biyabana Enbarê dîtin," fermandarê operasyonên Enbarê lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re got.

"Hêzeke bejayî ya hevbeş pêş ket bi piştgiriya helîkopterên Iraqî û çendîn demjimêran li hember endamên DAIŞ şer kirin piştî êrîşkirina li ser veşargehê," wî got.

Wî got ku wan xwe di şikeftekê de diveşart li Wadî Ebyed, û ew hatin kuştin piştî ku wan qebûl nekir ku xwe radest bikin.

"Gelek çek, teqemenî û agahiyên li ser amûrên elekitronî yên ku di destê wan de bûn di operasyonê ne de dest li ser wan hat danîn," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500