Nûçeyên Iraqê

Polîsên Iraqî 4 endamên DAIŞ li Bexdayê digrin

Çar endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku amadekarî dikirin bo êrîşên terorî li Bexdayê hatin girtin di operasyoneke baş-plankirî de ji aliyê Ajansa Dijî-Terorê, Wezareta Karê Hundir a Iraqî roja Înê (1ê Kanûna Yekem) got.

Hêzên ajansê "çar terorîstên DAIŞ girtin, di nav de Hesen Bedrî, endamekî bilind ê DAIŞ, di du operasyonên cuda de ku di heman demê dehatin pêkanîn berbanga Înê," berdevkê wezaretê Emîd Saed Maen ji Diyaruna re got.

Du gumanlêkiriyên din ku li wir bûn hatin girtin, wî got.

"Çek û teqemeniyên ku di destê girtiyan de hatin dîtin di operasyonê de hatin desteserkirin," wî got, anî ziman ku rêxistinê plan dikir ku êrîşan li Bexdayê pêk bîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500