Nûçeyên Iraqê

NY gazî dike ku 500 haletên lezgîn ji Xûtaya Rojhilatî bên derxistin

NY Pêncşemê (30ê Mijdarê) gazî kir ku 500 nexweş, gelek ji wan di xeteriya mirinê de ne, bi lezûbez ji herêma Xûtaya Rojhilatî ya Sûiryê bên derxistin, AFP raport kir.

Can Egeland, şêwirmendê şanderê yê taybet ê NY bo Sûriyê, ji konferanseke rojnamevanî re got li Cinêvê ku dora 500 "haletên pijîşkî yên lezgîn hene" li herêmê, li rojhilatê Şamê.

"Tu kes nehatiye derxistin ji du mehan ve. Eger [ew neyên derxistin] gelek ji wan dê bimrin," wî got.

Egeland got ku beriya aniha nih kesên ku li ser lîsta NY a sivîlên pêwistiya wan bi derxistina bi lezûbez hebû mirin.

NY "nekarî bigihe Xûtaya Rojhilatî ji çend mehan ve û ev yek bêguman bû sedema rewşeke kambax", wî got.

Wî da zanîn ku nexweşgeh amade ne ku nexweşan pêşwazî bikin eger hikûmeta Sûriyê rê bide derxistinê.

Ajansa NY ya zarokan UNICEF roja Çarşemê got ku astên bedxwariya zarokan li herêmê mezintirîn tomar in li welat ji dema ku şerê şeş-salî dest pê kiriye.

Bêtir ji 10 - 11.9% - ji zarokên di bin temenê pênc salî re rastî bedxwariyeke dijwar dihatin, li gorî lêkolîna meha Mijdarê.

Xûtaya Rojhilatî yek ji dawîn asêgehên mayî yên opozîsyonê li Sûriyê ye û ew li jêr dorpêçeke tund a hikûmetê ye ji 2013an ve ku bû sedema hindikbûyînên xwarin û dermanan.

Hikûmeta Sûriyê şerawestandinek li herêmê qebûl kir roja Sêşemê, piştî rojinan ji bordumana giran.

Lê dema ku çend rojên dawîn gelekî "hêmintir" bûn, Egeland hişyarî da ku "du roj ne bes in" ji mirovîyan re ku bigihin 400,000 kesine ku bi hewcedariyeke mezin in bo hawarçûnê ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500