Nûçeyên Iraqê

NY: Bedxweriya zarokên Xûtayê ya herî xirab e di şerê Sûriyê de

Astên bedxweriya zarokan li Xûtaya Rojhilatî ya Sûriyê, ku li jêr dorpêça rejîmê ye ji 2013an ve, yên herî bilind in ji dema destpêkirina şerê şeş-salî li wî welatî, NY Çarşemê (29ê Mijdarê) got.

Li gorî rêxistina zarokan a NY UNICEF, rapirsiyeke ku Mijdarê li devera jêr destê opozîsyonê li derveyî Şamê hat kirin nîşan da ku 11.9% ji zarokên li jêr temenê pênc salan rastî bedxweriyeke dijwar hatine, "asta herî bilind e ku li Sûriye hatiye tomarkirin" ji dema ku krîzê destpê kiriye, AFP ragihand.

Ajansên mirovî çend caran di çend mehên dawî de hişyarî dan ji rewşa li Xûtaya Rojhilatî, piştî belavbûna raportên ku qala mirinan di nava zarokên ku rastî bedxweriyê hatibûn çêbûn kirin.

UNICEF got ku bêtirî sêyeka zarokên ku lêkolînê ew li xwe girtin ku li herêmê di destpêka Mijdarê de hat pêkanîn gelekî lawaz bibûn, "ku ev yek metirsiya derengketina geşbûnê, nexweşî û mirinê zêde dike".

"Rêjeyên bedxweriya tund yên herî zêde ne di nav zarokên gelekî biçûk de," got jî.

Tundutûjiya zêdebûyî li deverê nîgeraniyên navdewletî li pey xwe anîn, û şandeya NY li Sûriyê Sêşemê got ku Şamê agirbestek li Xûtaya Rojhilatî qebûl kir.

Lê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov bombebarankirineke rejîmê dîsa li ser deverê paşnîvroya Çarşemê raport kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500