Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY: Rejîma Sûriyê agirbesta li Xûteya Rojhilat qebûl dike

Hikûmeta Sûriyê roja Sêşemê (28ê Mijdarê) agirbestek li Xûteya Rojhilatî ya li jêr destê opozîsyonê qebûl kir, piştî çend rojan ji bombebaraneke giran, AFP ragihand.

"Rûsya pêşniyar kir û hikûmetê agirbestek li Xûteya Rojhilatî qebûl kir," şanderê NY bo Sûriye Stîfan dî Mistura li Cenêvê ji nûçegihanan re got, ku li wir gera heştem a danûstandinên aştiyê bi armanca bidawîkirina krîza Sûriyê li dar bû.

Dî Mistura got ku wî bi pêşniyarê ji şanderekî Rûsya bihîst di dema civîneke balyozên nûnerên mayînde di Civata Ewlekariyê de -- Brîtanya, Fransa, Çîn, Rûsya û Amerîka -- roja Sêşemê.

Xûteya Rojhilatî, ku dikeve rojhilatê Şamê, yek ji dawîn asêgehên opozîsyonê ye li Sûriyê, û beşek e ji herçar "zonên kêmkirina şer" ên ku li seranserê welat hatine pêkanîn ji bo kêmkirina tundûtûjiyê.

Ew ji 2013an ve li jêr dorpêçê ye lê di hefteyên borî de tundutûjî gelekî zêde bû, ligel êrîşên asmanî yên hikûmetê û topbarankirina li seranserê herêmê, û agirê opozîsyonê ji deverê ber bi paytextê ve.

Kawaneke ku xwarin û alîkariyên bijîşkî li xwe digirtin roja Sêşemê derbasî Xûteya Rojhilatî bû, NY got, şandineke mirovî ya kêmpeyda ye piştî çend rojan ji bombebarankirineke giran.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku êrîşên asmanî roja Sêşemê berdewam bûn, û li bajarokê Hemûriyê dan berî demeke kurt ji derbasbûna karwana alîkariyê bo herêmê.

Ofîsa NY ya Hevahengiya Karûbarên Mirovî li ser Twitterê nivîsand ku karwaneke hevbeş "derbasî Neşabiyê li Xûteya Rojhilatî bû ji bo gihandina madeyên xwarinê, yên bijîşkî û bixwarinkirinê ji 7,200 kesên hewcedar re".

Berdevka ofîsê Lînda Tom got ku karwanê "madeyên bixwarinkirinê û derman ji bo çareserkirina bedxweran" li xwe digirt.

"Û madeyên tenduristî dermanên cihêreng ji bo çareserkirina şokbûnê li xwe digirtin lê ne madeyên neştergeriyê tune bûn," wê got.

"Tîmên me ne beşek in ji tu derxistineke ji ber sedemên bijîşkî," wê got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500