Nûçeyên Iraqê

Lêkolînek: Êrîşên li Iraqê kêmtirîn in ji dema ragihandina "xîlafeta" DAIŞ ve

Lêkolînek dibêje ku hejmara êrîşên li Iraqê daketin bo kêmtirîn hejmar ji dema ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) "xîlafetek" ragihand di 2014an de, AFP roja Çarşemê (22ê Mijdarê) ragihand.

"Êrîşên grûpa çekdar a nefermî û kuştinên ji encamên wan mehane gihiştine rêjeya herî kêm ji dema ç êbûna DAIŞ û ragihandina xîlafetê di Hezîrana 2014an de, ku ev yek rêjeya daketina tevgera praktîki ji aliyê grûpê ve li Iraqê nîşan dide," Navenda Jane ya Lêkolînên derbarê Terorîzm û Isyanê ku baregeha wê li Brîtanya ye, got.

"Her 126 êrîşên di Cotmehê de nêzîkî nîvê hejmara herî zêde ya êrîşan ku di Kanûna Duyem de hat tomarkirin pêk tîne, di demekê de ku 102 kuştî daketineke 80% li gorî Mijdara 2016an de pêk tîne."

Daketina di tundutûjiyê de ji encama wê yekê hat ku hêzên Iraqî DAIŞ ji çend bajarokên herî dawî li ser sînorê bi Sûriyê re derxistin, erdê di destê wê de kêm kirin bo hin cihan li biyabana ku kêm xelk lê niştecî ne.

Ji ber ku grûpê erd jidest daye, wê gelekî berê xwe daye "operasyonên newehhev, ku weke êrîsên ast-kêm tên hejmarkirin ku hêzên ewlekariyê dikin armanc ligel êrîsên mezintir li dijî armancên sivîlan ên tayifegerî", navendê got.

Di Cotmehê de, endamên DAIŞ 15 êrîşen xwekuj pêk anîn ku bûn sedema mirina heft kesan, ku hêzên ewlekarî bi ser dikevin di pûçkirina hejmara herî zêde ya hewldanan de, lêkolînê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500