Nûçeyên Iraqê

Opozîsyona Sûrî li Riyadê dicive li jêr guvaşa gihiştin bi tifaqekê

Hêzên Opozîsyona Sûriyê li Erebistana Siûdî roja Çarşemê (22ê Mijdarê) civiyan bi merema pêkanîna şandeke berfereh bo danûstandinên aştiyê, AFP raport kir.

Civîn di demekê de Îran, Rûsya û Tirkiyê lûtkeyekê li li seyrangeha Soçî li Deryaya Reş girê dide, û pêdagirî li ser pilana xwe ya diplomasî bo bidawîkirina qeyrana şeş-salî ya Sûriyê bi gereke nû ya danûstandinên aştiyê yên bi navbênkariya NY ku qewle roja Sêşemê li Cinêvê destpê bike.

Civîna Riyadê bi hevserokatiya şanderê NY bo Sûriyê Staffan de Mistura û Wezîrê Karê Derve yê Siûdî, Adil Cubêr, ê ku got ku armanc ew bû ku bigihin "çareseriyeke dadmendane" ji qeyranê re, tê lidarxisitn.

De Mistura got ku armanc ew bû ku zexmê bidin danûstandinên heftiya dahatî li Cinêvî bi rêya pêkanîna şandeke hevgirtî ji opozîsyonê, wekî ku ev demeke dirêj e ku hikûmeta sûriyê dixwaze.

Wî got ku ew dê biçe Moskoyê roja Pêncşemê bo danûstandinên bi rayedarên Rûs re.

"Ez her geşbînim... bi taybet vê carê," wî got.

Gelek gerên danûstandinên ku NY mêvandariya wan kir biserneketin ku dawîyekê ji şerê Sûriyê re bênin holê, şerê ku bêhtir ji 330,000 kes tê de hatiye kuştin û bi milyonan xelk neçarbûye ku ji malên xwe bar bike.

Hêzên dijberên Esed ji ber rewşa parçebûyîna li seranserê welat dinalin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500