Nûçeyên Iraqê

Şeş Sûrî li Almanyayê hatin girtin ji ber wan 'plan dikir ku êrîşeke terorî' bikin

Polîsê Almanî îro Sêşemê (21ê Mijdarê) şeş penaberên Sûrî yên gumanbar in ku ji êrîşeke terorî re bi navê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) amadekarî dikirin girtin, raportên medyayê dibêjin ku armanca wan bazareke Krîsmasê bû.

Gumanbar, 20 heta 28 salî bûn, di êrîşên barbangê de hatin girtin, êrîşên ku hat dîtin ku 500 karmendên polîs tê de girtin ser cihwarên wan li bajarên Kasil, Esin, Hanover û Lipzîgê, AFP ragihand.

Ew mêr gunehbar in ku endamên "rêxistina terorîst ya biyanî ya navê Dewleta Îslamî li xwe dike" ne, kristiyan Hartwig, berdevkê ofîsa gilîdarê giştî yê Frankfortê, di daxuyanîyekê de got.

"Herwiha guman heye ku gunehbar xwe ji êrîşeke li ser armanceke gelemperî li Almanyayê bi rêya bikaranîna çek û teqemenîyan amade dikirin," Hartwig got.

Vepirsîner bawer dikin ku wan mêran hîn plana êrîşa xwe bi dawî nekiriye, wî anî ziman.

Lê îzgeha radyoyê ya xwecihî ya Hessischer Rundfunk, ya nêzîkî çavkanîyên vepirsînê ye, got ku gunehbaran "êrîşeke li bazara Krîsmasê li Isinê, bajareke li rojavayê Almanyayê ye, plan kiriye".

Êrîşeke mîna vê bîrhatinên jandar ên kemyona Berfanbara par ya çavsor vejîyandin, dema yê Tûnisiyek bi ser neket ku xwesteka penaberiyê bi dest bixe da ser xelkê di bazareke Krismasî ya tijîkirî de, û 12 kes kuştin.

Polîs û gilîdarê giştî red kirin ku raportan şîrove bikin, raportên dibêjin ku bazara Krîsmasê li Isinê kirin armanc, ya ku herwiha di rojnameya Bild ya herî gelek tê firoştin hat diyarkirin.

Her şeş Sûrî yên girtî di navbera Berfanbara 2014an û Îlona 2015an de gihane Almanyayê weke kesên ku penagehê dixwazin, di lûtkeya krîza penaberan de li Ewropayê

Gilîdarên giştî gelek hûragahî derbarê dozê de nedan, digotin ku vepirsîn hîn berdewam e.

Die Welt ya Almanî ya rojane got ku penaberên camêr bûn ên ku polîs derbarê gumanbaran agadar kirin.

Hêzên ewlekarî yên Almanî di hişyarîyeke bilind de bûn piştî zincîrekê ji êrîşên terorî, ya ku êrîşa herî kujêner bû li Berlînê.

Meha borî, polîs Sûriyekî 19 salî girt, ew gumanbar e ku amadekariyê ji êrîşeke terorî re li welat dikir, bi bikaranîna "teqemenîyên dijwar"

Sîstema ewlekarîyê ya xwemalî texmîn dike ku 10,300 Îslamîyên radîkal li Almanyayê hene.

Dora 700 ji wan weke kesên xeternak tên raçavkirin û dikarin êrîşên dijwar encam bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500