Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî biyabana Enbarê ji endamên DAIŞ ên reviyayî paqij dikin

Operasyoneke berfereh ji bo paqijkirina biyabana Enbarê hate destpêkirin bo lêgerîna li endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên reviyayê, Fermandarîya Operasyonên Enbarê îro Duşemê (20ê Mijdarê) got.

Hêzên Iraqî, di nav de artêş, Polîsê Federal û hêzên êlan, dest bi maliştinê kirine li devera biyabanî ya di navbera Rewa û sînorê Sûriyê de, bi dirêjahîya 110 kîlomitran, berdevkê fermandarîyê, eqîd Mihemed Dilêmî, ji Diyaruna re got.

"Operasyon armanc dike ku çeperên DAIŞ ên li biyabanê wêran bike û bide pey endamên DAIŞ ên ku ber bi biyabanê ve reviyane," wî got.

"Di demjimêrên pêşîn de ji operasyonê, sê şikeft li Wadî Hemra û Wadî Qasifê yên ku ji alîyê DAIŞ weke veşargehan dihatin bikaranîn hatin wêrankirin û me dest danî ser depoyên av û mazotê û çekên ku li deverê hatin dîtin," wî got.

"Operasyon dê berdewam be heta em bigihin sînorê Sûriyê û em bi temamî wî ewle bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500