Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî rê li ber du xwekujan girtin li Bexdayê

Îro Sêşemê (7êMijdarê) hêzên Iraqî du xwekuj kuştin, xwekujên ku hewl dan mêvanên olî yên li ser rêya Kerbelayê bikin armanc, Fermandarîya Operesyonên Bexdayê got.

"Du xwekujên ku yelekên teqîner li xwe dikirin hewl dan ku mêvanên Erbaîna Îmam Husên li Ridwanîyê rojhilat û rojavayê Bexdayê bikin armanc, lê hêzên ewlekarîyê di cih de ew kuştin," fermandarîyê di daxuyanîyekê de got.

Êlekê yekî ji xwekujan teqiya piştî ew hat kuştin, lê tu zerer encam neda, daxuyanîyê got.

"Hêzên ewlekarîyê tedbîrên xurt cîbicî dikin daku nehêlin tu pinpêkirin di serdana olî de biqewimin," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500