Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iarqî li dijî DAIŞ bi pêş ve diçin li Enbarê

Hêzên Iraqî gelek gund û bingehên serbazî ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) standin dema ew ber bi asêgeha rêxistinê ya dawî li Qaim û Rewayê li rojavayê Enbarê bi pêş ve diçin.

“Hêzên Iraqî deverên Hasa û Cebabê, herwiha şeş binesazîyên jîyander li derdora Qaimê û rawestgeha trênê ya Qaimê rigarkirine,” Fermandarê Operasyonên Enbarê liwa Mihemed Felahî îro Înê (27ê Cotmehê) got.

Herwiha heşt gund li başûrê cemê Feratê hatine rizgarkirin, wî ji Diyaruna re got.

"Şer bi dijmin re berdewam in, ê ku trimbêlên teqîner û xwekujan bikar tîne weke hewldanekê daku pêşketina me rawestîne," wî anî ziman.

Wî got ku hêzên Iraqî 32 çekdarên DAIŞ di şerên roja Înê de kuştin, û aniha ew gihaye xaçerêka Rewayê -- dergehê ku diçe navenda bajarok.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500