Nûçeyên Iraqê

Kampeke DAIŞ li biyabana rojavayê Enbarê hat wêrankirin

Herî kêm 20 çekdar di êrîşeke asmanî li ser kampeke rahênankirinê ya "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li biyabana Enbarê nêzî sînorê Sûrî roja Înê (13ê Cotmehê) hatin kuştin, Fermandariya Operasyonên Enbarê eşkere kir.

"Li ser bingeha agahiyên hawlagirî yên pêşwext ligel hevahengiya ligel artêşa Iraqî, balafirên şer ên hevpeyemaniya navdewletî kampeke rahênankirina DAIŞ li başûrê-rojavayê Enbarê, ku bi navê Kampa Ebû Telha tê naskirin, kirin armanc," berdevkê fermandariyê eqîd Muhemed Duleymî ji Diyaruna re got.

"Kamp bi temamî hat wêrankirin, û herî kêm 20 terorîst, di nav de çekdarên biyanî, hatin kuştin," wî got, anî ziman jî ku gelek wesayit, tankereke petrolê, çek û gelek mulk jî di lêdanê de hatin wêrankirin.

Wî got ku kamp bingeheke pêkanîna êrîşên li ser Rutba û Hît ên nêzîk bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500