Nûçeyên Iraqê

Derhênerê filmanê ê opozisyona Sûrî li Stenbûlê bi kêr lê dan

Derhênerekî fîlman ê Sûrî ku nêzî opozisyonê ye û fîlmek li ser zindaneke bednav a rejîmê çê kiriye ji aliyê êrîşkerekî nenaskirî hat lê xistin, piştgirîker û girûpên Sûrî roja Çarşemê (11ê Cotmehê) ragihandin, AFP rapor kir.

Muhemed Bayezîd roja Sêşemê dema ku ber bi civînekê de li ser rê bû hat bi kêrekê hat lêxistin, li gorî hesabekî ku ji aliyê hevalekî ku bûyerê dîtî li ser rûpela Facebook a fermî ya derhêner danî bû.

Hevjîna wî Semah Safî Bayezîd, ew jî derhêner e, êrîşê piştrast kir, û li ser rûpela Facebooka xwe bi "hewileke kuştinê" wesf kir. Ew hat birin bo nexweşxaneyekê lê haleta ne zelal bû di cih de.

Ehmed Remedan, berpirsek ligel opozisyona Sûrî li Stenbûlê, got ku Bayezîd fîlmekî çêkiribû li ser êşkencekirina di zindana Sûrî ya bednav.

Wî jî êrîşê bi "hewileka kuştinê" wesf kir.

Piştigiriyên wî li ser medyaya civakî nivîsandin ku Bayezîd li ser fîlmekî der heqê zindana Tedmur a bednav di navenda Sûriyê de derveyê bajarê Tedmur ê kevnar kar dikir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500