Nûçeyên Iraqê

Polîs: Birayê êrîşkarê Masîlya li Sûriyê şer dikir

Birayekî Ehmed Henaşî, Tûnisiyê ku bi kêran du jinên ciwan li bajarê Mersîlya yê Fransayê kuştin, li Sûriyê çekdarekî tundrew bû, AFP roja Sêşemê (10ê Cotmehê) got.

Enîs Henaşî şeva Şemiyê li Ferara, li Îtalya hat girtin, piştî ku desthilatên Fransa muzekereyeke girtinê ya navdewletî derheqê wî derxistibûn, polîsê Îtalî roja Duşemê got.

Lêkolînerên Fransî, ku guman dikin ku destê Enîs di êrîşa birayê wî de heye, nîşan didin ku wî "şer, û cîhad li erdê Sûriye û Iraqê kir, û ezmûna wî ya serbazî heye", Lamberto Giannini, serokê tîma dijeterorê ya Îtalî, di preskonferansekê de got.

"Gumanek heye ku bi hewceyî piştrastkirinê ye ew jî ku wî birayê xwe Ehmed tûj kir û hişt ku tundrew bibe," Giannini got.

Ehmed Henaşî, yê 29 salî, herdu jin li stasyona trênê ya Saint-Charles a Mersîliya di 1ê Cotmehê de kuştin berî ku teqe lê bên kirin û ji aliyê hêzan ve were kuştin.

Ew çendîn salan li Aprîliya, li başûrê Roma, dijiya, ku zewicî bû jineke Îtalî.

Ew ne naskirî bû bi çûna mizgeftê, lê naskirî bû ji polîsan re bi pirgirêkên madeyên hişbir û alkoholê.

Rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) êrîş girte stûyê xwe, lê hîn lêkolînerên Fransî belge li ser girêdana wê bi çekdaran nedîtine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500