Nûçeyên Iraqê

Polîs sê endamên DAIŞ li Bexdayê digre

Sê kesên gumanbar ku têkilîya wan bi "Dewleta Islamî" (DAIŞ) re heye li naverast û bakurê Bexdayê di du operasyonê ewlekarî yên cuda de hatin girtin, Wezareta Karê Hundir a Iraqî îro Çarşemê (4ê Cotmehê) got.

"Hêzên taybet ji Ajansa Dijî Terorîzmê serkirdeyekî xeternak ê ji ber tawanên terorîzmê tê xwestin û ji sala 2014an ve ji DAIŞ re dixebite girtin," berdevkê wezaretê emîd Saed Maen ji Diyaruna re got.

"Wî xwe bi kodnavekî vedişart dema ew li Azemîyê, li bakurê paytextê hat girtin," wî got.

Operasyona Duyem sibeha Çarşemê du endamên DAIŞ li taxa Mensûrîyê li naverasta Bexdayê girtin, Maen got.

Wî anî ziman ku di operesyonê de, wan dest daniye ser çekên sivik, alavên ragihandinê yên nûjen û mêjereke mezin ji pereyan.

"Yek ji wan girtîyan, hukimê hetahetayî di girtîgehê de lê hatibû birîn, di sala 2014an de, di destpêka êrîşa DAIŞ li ser bajar, ew ji girtîgeha Mûsilê reviyabû," wî got.

"Ev operasyon deskeftineke istixbaratî ya mezin e ji alîyê hêzên Iraqî ve," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500