Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî karwaneke "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li biyabanê, li başûrê Kubeysa, li parêzgeha Enbarê, bombebaran kirin, fermandarê Firqeya 7ê ya Artêşa Iraqî, lîwa Abid Zewbeî, roja Înê (29ê Îlonê) ji Diyaruna re got.
"Çil û pênc endamên DAIŞ hatin kuştin û 69 wesayit jî hatin rûxandin," wî di daxuyaniyekê de got.
"Rêxistina terorîst plan dikir ku êrîşî deverên ewle li Enbarê bike, lê komployên wê hatin valaderxistin," wî got.