Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî êrîşeke DAIŞ nêzîkî Remadî vala derdixin

Çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dest danîn ser deverinan li derdora Remadî, paytexta parêzgeha Enbarê, roja Çarşemê (27ê Çarşemê) di hewleke xuya de ji bo teşwîşkirina êrîşên ser asêgehên xwe yên dawî li Iraqê lê ew bilez hatin şikandin, AFP ragihand.

Êrîşkaran sê dever nêzîkî bajar bo demeke kurt dagir kir, lê piştî çend demjimêran ji şerê giran ku têde kuştî ji herdu aliyan hebûn, hersê dever hatin vegerandin.

"Hêzên ewlekarî û êlan navçeyên Taş, Mecir û K-7 vegerandin," fermandarê polîsê parêzgehê Lîwa Hadî Kesar Erzayic got.

"Hemû endamên DAIŞ hatin kuştin," wî got jî.

Xuya ye ku ev operasyon hewlek bû ji bo mijûlkirina hêzên ewlekarî ji êrîşeke ku hefteya borî destpê kirin li dijî herdu asêgehên dawî yên rêxistinê li Iraqê, ku yek ji wan zincîrek ji bajarokan e li aliyê Geliyê Firat ji Remadî.

Bîst û du sivîl û endamên ewlekarî hatin kuştin an birîndarkirin di êrîşê de, Erzayic ji Diyaruna re got.

"Êrîşa pûçkirî şikestin û tevlîheviya nav rêxistinê nîşan dide, û karînên bilind ên hêzên ewlekarî derbarê mameleya bilez bi êrîşên terorîstî re tekez dike," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500