Nûçeyên Iraqê

Bi Dehên çekdarên DAIŞ di êrîşeke hevpeymaniyê de li bakurê rojavayê Bexdayê hatin kuştin

Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî roja Yekşemê (24ê Îlonê) çendîn êrîşên asmanî pêk anîn ku herdu bajarên Hewîca û Rawa kirin armanc, û bi dehên endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin, Wezareta Berevaniyê got.

Êrîşan "53 terorîst kuştin û baregeheke DAIŞ û çar depoyên çekan wêran kirin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Kargeheke çêkirina bombeyan, çar kontênerên barkirî bi alavên lojistîk, şeş otombîlên barkirî bi teqemeniyan, sê kargehên bomberêjkirina otombîlan û pênc cihên berevaniyê jî di êrîşan de hatin wêrankirin, wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500