Nûçeyên Iraqê

Yoropol: Tevî şikestinan DAIŞ piştgiriyê li ser Înternêtê werdigire

Tevî şkestinên li qadên şer li Sûriya û Iraqê "Dewleta Islamî" (DAIŞ) "bingiheke xurt ji alîgirên fidakar" li ser Înternêtê werdigire, ajansa polîsê Ewropî îro Înê (15ê Îlonê) hişyarî da.

Yoropol hişyarî da ku herwiha komên tundrew aniha platformên Înternêtê û foruman bikar tînin daku propagandaya teror belav bikin, AFP ragihand.

"Kêmbûna rêjeyî di propagandaya DAIŞ ya 'fermî' " de di vê meha bûrî de rê li ber bikaranînerê alîgirê DAIŞ vekir daku naverokê çêkin," ajansê di daxuyaniyekê de got.

Ev yek destnişan dike ku "hîn bingeheke DAIŞ a xurt ji alîgirên fidakar li jîngeha girîmaneyî li ser Înternêtê heye", wî got.

Ajansê encamên xwe weşandin piştî operesyoneke hevbeş ya ku du rojan berdewam kir berî vê heftiyê daku li naveroka ku rêxistinên tundrew li ser Întrnêtê weşandin bigerin.

Yekîneya rawestandina Înternêtê ya girêdayî Europol alîkarî bi pisporên dijî terorê û propagandaya li ser Înternêtê yên ji Bosna û Hersek, Komara Çîk, Estonya û Hengaryayê kir.

Dema ku rêxistinên tundrew û alîgirên wan "berdewam dikin komeke têvil ji platforman bi awayekî bed bikar tînin daku propagandaya xwe belav bikin" Europol got, "kiryarên xirab ên ku ji aliyê hin pêşkêşkerên xizmetê têne pêkanîn daku platformên xwe biparêzin" hişt ku hevdilên wan ber bi platformên "piçûktir" ve herin.

Hin hevdil vegeriyan forumên Înternêtê bikar tînin, herwiha ya ku jê re tê gotin "pirtûkxaneyên Neta reş" yên ku lînkên naverokên tund destnîşan dikin li ser Înterneta vekirî bi parve dikin, Europol got.

Ajansê got ku wê 1,029 tekst ji naveroka ku terorê li ser Înternêtê han didin ji wan kesên ku xismeta Înternêtê pêşkêş dikin şandin û ji wan xwest ku wan naverokan rakin eger wan şert û mercên wan bin pê kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500