Nûçeyên Iraqê

Rûsya, Îran û Tirkiye dê pasevaniya zona ewle ya Idlibê bikin

Rûsya, Îran û Tirkiye roja Înê (15ê Îlonê) lihev kirin ku bi hev re pasevaniya zoneke ewle ya çaremîn li parêzgeha Idlibê li Sûriyê bikin wekî beşekî ji planeke dawîanîna krîza ku ev şeş sal in dirêj dike, AFP ragihand.

Di daxuyaniyeke hevbeş de piştî du rojan ji danûstandinan li Kazaxistanê, wan got ku ew gihiştine rêkeftinekê "bo belavkirina" hêzên xwe bo zêrevanîkirina zona ku dê parêzgeha Idlibê û beşinan ji Laziqiyê, Hema û Helebê lixwe bigre.

Rûsya ji xwe serbaz belav kirine bo zêrevanîkirina tixûbên sê zonên lihevkirî li başûrê Sûriyê, li Xûteya Rojhilatî li nêzî Şamê, û li parêzgeha Humsê ya ku dikeve naverasta welat.

Daxuyaniyê got ku dê hêz li Idlibê bên belavkirin li gorî nexşeyên ku di demeke berê de di vê mehê de ku li Enqereyê li ser hate lihevkirin, lê tu hûragahî li dor cihên wan parve nekirin.

Dê navendeke hevahengiyê ya Rûsî-Tirkî-Îranî ya hevbeş were avakirin "bi armanca kordînekirina çalakiyên hêzên kêmkirina şer", daxuyaniyê got.

Rejîma Sûriyê û opozîsyona çekdar delegeyên xwe şandibûn danûstandinan.

Beyanameya hevbeş got ku dê danustandinên bê li Astana di dawiya Cotmehê de bên lidarxistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500