Nûçeyên Iraqê

Navbênkarên rewşa Sûriyê dixwazin zona ewle berfirehtir bikin di gotûbêjên Kazaxistanê de

Lîstikvanên navdewletî yên sereke di şerê sivîl ê Sûriyê de roja Çarşemê (13ê Îlonê) li Kazaxistanê kom dibin bo gereke nû ji gotûbêjan bi armanca danîna planekê ji bo sivikirina şer li ser erdê, AFP ragihand.

Nûnerên Rûsya, Îran ku piştgiriya rejîmê dikin û yên Turkiyê ku piştgiriya opozîsyonê dikin "gotûbêjên li ser asta pisporan" li dar dixin ji bo danîna bingehê berî destpêkirina civînên du-rojî ku dê nûnerine rejîm û opozîsyona Sûriyê jî di wan de beşdar bin, wezareta derve ya Kazaxistanê got.

Gotûbêjên li Astana gera şeşem in ji danûstandinan ji destpêka îsal ve.

Vê carê aliyên beşdar dixwazin hûrgiliyên zoneke "kêmkirina şer" a pêşniyarkirî behs bikin li parêzgeha Idlib a bakurî, piştî ku Mosko guvaş kir ku sê deverên ewle yên din li seranserê welat werin ragihandin di gavekê de ku tundutujî kêm kir.

Li wan deveran lihevnekirinên mezin hene derbarê hêza ku dê were şandin ji bo parastina zona li parêzgeha Idlibê ya di destê opozîsyonê de -- li sînorê bakurî yê Sûriyê bi Tirkiyê re -- di demekê de ku Enqere û Tehran di pêşbirka desthilatê de ne.

Rûsya heta niha polîsên serbazî bicih kirine ji bo pasevaniya sînorên hersê zonên qebûlkirî li başûr, li Xûteya Rojhilat nêzîkî Şamê, û li beşekê ji parêzgeha Humsê ya navendî.

Yehya Erîdî, şêwirmendekî opozîsyona Sûriyê, tekez kir ku şandeya opozîsyonê dê êvara Çarşemê bigihe Astana, bi serokatiya Ehmed Berrî, serokerkanê Artêşa Azad a Sûriyê.

"Armanca beşdarbûna di vê gerê de xurtkirina zonên kêmkirina şer li Sûriyê ye, li Xûteya Rojhilat, li başûr, û bakurê Humsê, û ji bo gotûbêjkirina gelek binpêkirinên ku pêk hatine ji dema ku rêkeftina agirbestê li Enqere di dawiya par de hat îmzekirin," Erîdî ji AFP re got.

Rojnameya Weten a ser bi rejîmê ve ragihand ku şandeya hikûmetê, bi serokatiya şanderê welat bo NY Beşar Caferî, roja Çarşemê gihişte Astana.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500