Nûçeyên Iraqê

Polîsê Diyala 25 kesên daxwazkirî di Cejnê de girtin

Polîsê Iraqî 25 kesên ku daxwazkirî bûn ji ber sûcên girêdayî terorîzmê û ji ber tawanên din, û kargeheke sazkirina teqemeneiyan li Çiyayên Hemrîn jihev xistin di çarçoveya plana ewlekariyê ya taybet bi Cejna Qurbanê de, fermandariya polîsê Diyala roja Çarşemê (6ê Îlonê) got.

"Tu kêmasiyên ewlehî nebûn" di Cejnê de, serokê polîsê Diyala lîwa Casim Saidî di preskonferansekê de got.

Du çeperên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin wêrankirin, û dest danîn li ser veşargeheke teqemeniyan û cebilxaneyan û hejmarek ji teqemeniyên bidestçêkirî li Baxên Mexîsa roja Yekşemê, wî got.

Bist û pênc kesên daxwazkirî hatin girtin, di nav de 11 bergumanên bi terorê û 14 kesên daxwazkirî ji ber tawanên dizî, kuştin, û revandinê.

"Dest li ser kargeheke bo bombrêjkirina wesayîtan bi teqemaniyan û sazkirina teqemeniyên bidestçêkirî li Çiyayên Hemrînê hate danîn," wî got jî.

Kargehên hejmarek ji êlekên teqîner, teqemeniyên bidestçêkirî û alav û materyalên sazkirina wan himbêz dikrin, wî got

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500