Nûçeyên Iraqê

NY: Divê Iraq bêtir ji qurbaniyên destdirêjiya seksî ya DAIŞ re bike

Divê Iraq karekî bêtir bike daku piştrast be ku jin û keçên ku rastî tecawiza seksî ji aliyê endamên "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) ve guhdanê, parastinê û edaletê werdigrin, NY roja Pêncşemê (22ê Tebaxê) got.

Di raporteke nû de, Şandeya Alîkariyê ya NY bo Iraqê (UNAMI) û ofîsa mafan a NY herwiha hişyarî dan ku zarokên ku ji encama tecawiza seksî jidayik dibin rastî jiyaneke diskrîmnasyonê û tadayiyê tên, AFP ragihand.

"Birînên fîzîkî, derûnî û hesteyî yên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine gihandin hema bêje li derveyî têgihiştinê ne," serokê ofîsa mafan a NY Zeyd Raed Husên di daxuyaniyekê de got.

"Eger qurbanî bixwazin jiyana xwe dîsan ava bikin, û yên zarokên xwe jî, ew bi hewceyî edalet û çaksaziyê ne," wî got.

Raporta Sêşemê behsa tadayiya bizdêner a ku jin û keç rastî hatin, bi taybetî ji hindikahiya Êzîdî., li deverên bin kontrola DAIŞ, di nav de destdirêjî, revandin, koletîkirin û mameleya hovane, nemirovî û ihanetkar.

Wê herwiha hişyarî da ku jinên ku bi çekdarên DAIŞ re zewicî bûn, bi qesd an bêyî qesd, rastî "cudabûnê û awayên cezakirina komî" tên li ser esasê gumana ku wan hevahengî bi rêxistinê re kirine.

Raportê giranî da nîgeraniyên taybet derbarê rewşa bi sedên zarokên ku ji jinên li deverên di destê DAIŞ de jidayik dibin bêyî bawernameyên jidayikbûnê yan jî bi belgeyên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine derxistin û ku Bexda wan venasîn nake.

"Divê hikûmet piştrast be ku (ev zarok) ji piştguhxistinê û tadayiyê parastî ne," serokê ofîsa mafan a NY got.

Wî bang li Bexdayê kir ku piştrast be ku ev zarok "ne rastî cudabûnê tên ji ber agahiyên li ser bawernameyên wan ên jidayikbûnê ku ew derveyî zewacê jidayik bûne yan jî bavên wan girêdayî DAIŞ in, yan jî netomarkirî ne û di metirsiya bênasnamebûnê, istixlal û bazirganiyê de ne".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500