Nûçeyên Iraqê

3 rawestgehên polîsan li rojavayê Mûsilê hatin vekirin

Yekem sê rawestgehên polîsan li rojavayê Mûsilê piştî rizgarkirina wê ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) meha borî hatin vekirin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqî, roja Pêncşemê (17ê Tebaxê) ragihand.

"Rawestgeha polîsan dê di damezrandina ewlehî û rewatiyê dealîkariyê bike," berdevkê fermandariyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Rawestgehên din piştî paqijkirina navçeyan ji bermahiyên şer dê li wan hemû deveran bên vekirin," wî got.

Hêzên polîs dê ewlehiyê li cihên niştecihbûyî dabimezrînin, ew dê rê bidin artêşê ku fokusê li ser misyonên dijî-terorê bikin, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500