Nûçeyên Iraqê

3 xwekuj li rojavayê Bexdayê hatin kuştin

Hêzên Iraqî yên hevbeş sê xwekujên "Dewleta Islamî" kuştin, û yekî çarê girtin û bargeheke wan li gundewarên paytextê jinav birin, Fermandariya Operasyonên Bexdayê roja Înê (4ê Tebaxê) got.

"Li ser bingeha agahiyên istixbaretî derheqê hebûna terorîstekî ku bi navê Ebû Heyder tê naskirin, ku lîderê yekîneyeke serbazî ye li Parêzgeha Bakurê Bexdayê ya DAIŞ, li Ebû Xirêb, tîmeke operasyonan a taybet hat pêkanîn û ber bi hedef ve livîn û ew girtin," fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

Lêpirsîn ligel kesê girtî bûn sedema eşkerekirina "maleke rehetiya bin erdê û teknolojiya bilind ku du xwekuj û lîderê şaneyê, Ebû Şehd, lê diman, li Nebay", got jî.

"Dema ku êrîşî cih hat kirin, rûbirûnek pêk hat û hersê hatin kuştin," got, bal jî kişand ku dever û mala vehesînê hatin dorpêçkirin û kemerkî teqîner hat bêbandorkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500