Nûçeyên Iraqê

Gihiştina bi agirbestekê li parêzgeha Humsê li Sûriyê piştî lihevkirina li ser zonên ewle

Agirbestek di navbera hêzên hikûmetê û çekdarên opozîsyonê de roja Pêncşemê (3ê Tebaxê) kete warê bicihanînê li beşekî li navenda Sûriyê piştî lihevkirina li ser avakirina zoneke ewle, AFP raport kir.

Zona ku dikeve beşên bakurî yên parêzgeha Humsê sêyemîn e ku li Sûriyê tê avakirin, li welatê ku ev şeş sal in şerekî hundirîn jiyan dike ku bûye sedema mirina 300,000 kesan.

"Ji saet 12:00 bi dema lokal ve, yekîneyên dijberiya miyanrew û hêzên rejîmê dê bi temamî şer ragirin," berdevkê wezareta berevaniya Rûsî, Îgor Konaşenkov, got.

Konaşenkov got ku Mosko û komên dijberiya Sûrî gihiştine rêkeftinekê li ser "hûragahiyên kirdarî" yên "zonên kêmkirina şer" li bakurê Humsê di gotûbêjinan de ku li Qahîrayê roja 31ê Tîrmehê pêk hatin.

Li gorî pilaneke ku Gulanê di navbera Rûsya, Tirkiyr û Îranê de li gotûbêjên aştiyê yên Kazaxistanê hate danîn, hate lihevkirin ku çar "zonên kêmkirina şer" li seranserê Sûriyê bên avakirin.

Meha bihûrî, du zonên pêşîn li başûrê Sûriyê û li asêgeha dijberiyê li Xûteya Rojhilatî li nêzî Şamêhatin avakirin.

Zona li parêzgeha Humsê tê pêşbînykirin ku bajarokên li dora Telbîsê, Hola û Resten himbêz bike.

Her çar zonên, ku dikevin bakurê rojavayê parêzgeha Idlibê, hîna nehatine avakirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev nayab e!

BERSIV BIDE