Nûçeyên Iraqê

Wezîrê Berevaniya Iraqê: Operasyona rizgarkirina rojavayê Enbarê pir nêz e

Hêzên Iraqî haziriyên bo operasyona rizgarkirina bajarokên rojavayî li Enbarê yên ku hîna jî li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) e temam kirin, Wezîrê Berevaniya Iraqê Erfan Heyalî roja Çarşemê (2ê Tebaxê) got.

"Moralê artêşê pir bilind in, û bi hêviya Xwedê, bajarokên Anah, Rawa û Qaim dê bilez bên rizgarkirin," Heyalî di perawêza serdana xwe bo serbazgeha Eyn Esed, dema ku bi efserên artêşa Iraqî re civiya, got.

"Hevpeymaniya navdewletî piştgiriyeke mezin pêşkêşî hêzên Iraqî dike," wî got, û eşkere kir ku "êl jî faktorekî girîng in di erkdariya hêzên me de ya rizagarkirina bajarokên rojavayî yên Enbarê, û tevahiya rêya bi sînorê Sûriyê re".

Heyalî got ku pilanên warên mirovî bo ewlekirina şêniyan û sivikirina bandora şer aniha tên dariştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500